Nêçîrvan Barzanî: Sîstema tenduristiyê hîn ya serdema Sedam e

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Dil û konferansa Nexweşiya Dil li Hewlêrê ragihand, hikûmet nikare hemû pêdiviyên sektora tenduristiyê peyda bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Dil û konferansa Nexweşiya Dil li Hewlêrê ragihand, hikûmet nikare hemû pêdiviyên sektora tenduristiyê peyda bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê li kongireya tenduristî de li bajarê Hewlêrê ragihand ku, sîstema tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê sîstemeke kevin e û ya serdema rêjîma Beis e.

Nêçîrvan Barzanî aşkere kir ku, li gor sîstema hikûmetê hemû erk, girtine ser xwe, lê belê nikare hemû pêdîyan peyda bike û bi pêwîst jî zanî ku girîngî bi sektora taybet û bi raybet jî sektora tendiristî bidin.

Herwek Barzanî ragihand ku, divê pêdaçûnê bi sîstema tendiristî bikin ku beşekê vê îdarî û beşke jî yasayî ye.

Nêçîrvan Barzanîd di beşeke gotinên xwe de amaje bi werzişê û rola werzişê li ser tenduristiya mirovan kir û bi henekan got: “Ez niha werzişê dikim û wezîrê tendiristiyê, Dr. rêkewt Heme Reşîd wek min nikare bibeze.