Firokeyên Rûsyayê parêzgeha Idlibê bombebaran dike

Piştî çekdarên opozîsyonê û malbatên wan ji taxên rojhilatê Helebl bo parêzgeha Idlibê hatin veguhastin, firokeyên Rûsyayê parêzgeha Idlibê bombebaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî çekdarên opozîsyonê û malbatên wan ji taxên rojhilatê Helebl bo parêzgeha Idlibê hatin veguhastin, firokeyên Rûsyayê parêzgeha Idlibê bombebaran kir.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê ragihand, piştî derketina xelkên sivîl ji taxên rojhilatê Helebê bi du rojan, firokeyên Rûsya dest bi bombebaraneke berfereh ji navçeyên parêzgeha Idilbê li Biniş û Seraqib û Cisir El-Şixûr kirin.

Ew navçe di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê de ne, di encama bombebarana firokeyên Rûsî de gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

ji sala 2012 ve bajarê Helebê di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê de dabeş bûbû, piştî çar salan ji şerê berdewam di navbera herdu aliyan de, hêzên rêjîmê karî careke din wê bajarî bi temamî vegerîne bin kontrola xwe. Herwiha li gor rêkeftinekê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê ve jî 35 hezar çekdar û malbatên wan bo parêzgeha Idlibê hatin veguhastin.