Heleba 8 hezar salî, di 6 salan de wêran bû

Heleb, kevintirîn bajarê cîhanê, bi dîroka 6 hezar sal B.Z vedgere. Şaristaniya Aramî, Aşurî, Farsî, Romanî û Îslamî di ser re derbas bûye. Heleb paytexta abûrî û şaristanî ya di serdemên kevnar de, bajarê ku riya Herîr a bazirganî ya nasdar, lê disekinî, bajarê Îbrahîmê Pêxember û Selaheldîn Eyûbî yê Kurd û Ebû Teyib El-Mutenebî, Ebû Fîras El-Hemedanî û Îbrahîm Henano ku serkirdê şoreşa Sûriyê li dijî Fransiyan bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Tê de şûnewar hene dikarin behsa hemû wan qonax û miletên ku di ser derbas bûn re bikin, lê ne şerê Holako, ne  Îskenderê Mezin û ne cenga cîhanê ya yekem ev wêranî gihande Helebê, wek ku çawa şoreşa 2011an ew wêran kir.