Aysel Tugluk hate binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgira Hevserokatiya HDP'ê Aysel Tugluk û Cigirê Hevserokatiya DBP'ê Seydî Firat hatin binçavkirin.
Cîgira Hevserokatiya HDP'ê Aysel Tugluk di çarçoveya doza ku ji aliyê serdozgeriya komarî ya Diyarbekirê ve dihat rêvebirin li Enqereyê îro berbangê ji aliyê hêzên dijî terorê ve hate binçavkirin.
Piştî kontrola tendirustiyê Aysel Tugluk şandin Rêveberiya Ewlekariyê û tê pêşbînî kirin Tugluk ji bo Diyarbekirê bê şandin.
Her wiha Cigirê Hevserokatiya DBP'ê Seydî Firat û endamê dîwana KCDê Edîp Yaşar jî hatin binçavkirin.