Hejmarek din ji rayadarên HDP, KCD û DBPê hatin binçavkirin

Di lêpirsîneke ku ji aliyê Serdorzgeriya Diyarbekirê ve dihat birêvebirin de Cîgira Hevserokê Giştî yê HDP'ê Aysel Tugluk, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Seydî Firat, Hevserokê HDP'ê ya Diyarbekirê Cebbar Leygara û 5 kes din hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê de hêzên ewlekariyê di saetên serê sibê de li Diyarbekirê û Enqereyê bi ser gelek mal û avahiyan de girtin. Hevseroka KCD'ê ya berê Aysel Tugluk li Enqereyê hat binçavkirin. Tê payîn ku Tugluk bînin Diyarbekirê.

Rêveberên KCD'ê yên berê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Seydî Firat, Hevserokê HDP'ê ya Diyarbekirê Cebbar Leygara, endamê KCD'ê yê berê Edîp Yaşar û 5 kesên din hatin binçavkirin.