HSD ji bajarokê Tebqayê ve nêzîk dibe

Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ji bendava Feratê û bajarokê Tebqayê ve nêçîk dibe, Tirkiyê jî hêzeke zêde dişîne se sînorê Rojavayê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ji bendava Feratê û bajarokê Tebqayê ve nêçîk dibe, Tirkiyê jî hêzeke zêde dişîne se sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Peyamnêrê K24ê ragihand, di çarçoveya operasyona Reqayê de HSD tenê 4 k.m ji bendava Feratê û bajarokê Tebqayê yê nêzîkî Reqayê (55 k.m li rojavayê Reqayê) ve dûr mane.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, girîngiya girtina bendava Feratê ew e, ku ew jêdera herî mezin ya kehrebê bo tevahiya Sûriyê ye. Herwiha dema bajarokê Reqa bê kontrolkirin, Reqa û bajarê Babê ji hev tê cudakirin.

Herwiha HSDê duh bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve bi pêş ve çûn û hin gundên derdora Tebqayê kontrol kirin.

Hevdem bi pêçveçûnên HSDê re, Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de li bakurê Sûriyê karwaneke pêdawîstiyên leşkerî û cebilxane ber bi sînorê Sûriyê ve şandine.