Tirkiye daxwaza alîkariya navdewletî bo Babê dike

Tirkiye ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz dike, piştgiriya wê di operasyona Babê de bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz dike, piştgiriya wê di operasyona Babê de bike.

Berdevkê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm kalin, di konferanseke rojnemegerî de got,  pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê erkên xwe di piştevaniya asmanî di şerê Babê de cibicî bike û pêşkêş nekirina piştevaniya pêwsît jî nayê qebûlkirin.

Di 24ê meha Tebaxê de Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê bi armanca şerê li dijî DAIŞê û HSD dest bi operasyona Mertala Feratê kirin. ji demekê ve jî artêşa Tirkiyê bajarê Babê dorpêç kiriye. 

Hat ragihand jî, îro Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de li bakurê Sûriyê karwaneke pêdawîstiyên leşkerî û cebilxane ber bi sînorê Sûriyê ve biriye.