2 tuhmetbarên êrîşa li dijî HDKê hatin girtin

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê teqînên Koyeyê yên lê pêş avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, piştî lêkolînanê hêza asayişê 2 tuhmetbar bi navê (Ş.E) û (P.G) li gor yasaya hejmar 8 ya Parlementoya Kurdistanê desteser kirin û tawanbarê sereke jî reviye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herwiha daxuyaniya dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê amaje kir, lêkolîn bi berdewamî hatin kirin û di encamê de tawanbarê sereke yê wê bûyerê hatiye naskirin û piştî bidestxistina nasname û desteserkirina kelûpelên wî yên taybet, hewl bo desteserkirina wî zêde kirine.

Daxuyaniyê amaje kir jî, bi biryara Serokê Dezgehê Asayişa Herêma Kurdistanê, komîtek bilind bo lêkolîna wê bûyerê hate avakirin û bi çavdêriya dadwerî û endamên Rêveberiya Asayişa Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê, Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê, Asayişa Raperînê lêkolîn hatin kirin.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê di dawiyê de raya giştî agahdar dike, ku lêkolîn derbarê bûyerê hîn berdewam e û dema gihêştin bi encamên dawî, rastî û zanyariyan belav dikin.

Di şeva 20 Berçele de, Şeva Yelda ku dirêjtirîn şeva salê ye û salvegera jidayikbûna Sekreterê Giştî yê berê yê HDKê Dr. Ebdilrehman Qasimlo ye, li Koyê du bombeyên çandî li pêş avahiya Polîtbîroya Siyasî ya PDKê teqiyan û di encamê de 5 endamên HDKê û 2 karmendên asayîşê şehîd bûn.