Artêşa Tirkiyê hêzeke zêde dişîne sînorê Sûriyê
K24 – Navemda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê, karwaneke mezin ya otombêlên zirîpoşan ber bi sînorê Sûriyê veguhestin.
Otombêlên zirxpoş ku ji Stenbol û bajarên din yên rojavayê Tirkiyê bi rê ketin, gihîştin westgeha trênê ya bajarê Kocaeliyê.
Di nav karwanê de 19 tank û otombêlên zirxpoş hene. Otombêl, li westgeha Kocaelî li trênê hatin barkirin û hat ragehandin, ev yek bo bihêzkirina operasyona Mertala Feratê ye.
Di rojên dawî de li devera Babê pevçûnên dijwar di navbera hêzên Tirkiye û DAIŞ de rû didin. Her wiha Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê ji Amerîka daxwaza piştevaniya hêzên asmanî kir.