Li Diyarbekirê hunera ciwanekî deng vedaye

Li Diyarbekirê, ciwanekî bi navê Ezîz Yîgît, digel temenê xwe yê ciwan, di hunera bilûrvaniyê de nav û dengê xwe hem li Bakurê Kurdistanê, hem li gelemperiya Tirkiyeyê belav kiriye. Hunermendê ciwan, bêyî perwerdehiya li ser mûzîkê bibîne, bi pisporiya hunera xwe, li peyî gelek hunermendên navdar, stranan bi awazên bilûra xwe nexişandiye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, ciwanekî bi navê Ezîz Yîgît, digel temenê xwe yê ciwan, di hunera bilûrvaniyê de nav û dengê xwe hem li Bakurê Kurdistanê, hem li gelemperiya Tirkiyeyê belav kiriye. Hunermendê ciwan, bêyî perwerdehiya li ser mûzîkê bibîne, bi pisporiya hunera xwe, li peyî gelek hunermendên navdar, stranan bi awazên bilûra xwe nexişandiye.

Ezîz Yîgît bêyî ku were bîra wî, ji 3 saliya xwe ve hiba mûzîkê ketiye dilê wî û ev 23 sal in xwe bixwe bi amûrên mûzîkê re hevalbendiyê daniye. Yîgît dibêje, ez evîndarê mûzîkê me û tu astengiyan nikaribûne destên min ji evîna min bikin.

Hunermend Ezîz Yîgît derbarê hunera xwe de ji K24ê re got: "Min rojek ji bo xwe kompîturekê kirî û min di mala xwe de pergaleke erzan ava kir. Ez xebitîm, vê carê amûrên min ên muzîkê tunebûn, tenê bilûra min hebû. Li malê sênî hebûn, şûşe hebûn, min ew lê didan û deng qeyd dikirin."

Hunermend Yîgît, dikare amûrên cur be cur yên mûzîkê lê bide. Lê belê ew tenê bi dengê bilûra xwe derketiye pêş û bi vî awayî hatiye naskirin. Dema Yîgît bilûra xwe daye ber devê xwe, awazên dilzîz û newayên çanda Kurdî jê fûriyane û dengê van newayan ji aliyê gelek hunermendên navdar ve hatine bihîstin û bi Ezîz Yîgît re heman dikê parve kirine. Gelek hunermendên Kurd jî xwestine digel Ezîz Yîgît bixebitin. Ji ber vê yekê jî wî bi derfetên xwe studyoyek ava kiriye û aranjeriya 12 albûmên stranan kiriye.

Herwiha Ezîz Yîgît dibêje: "Ez dixwazim projeyên herî mezin çêbikim. Ne ji bo navê Ezîz Yîgît, ji bo navê muzîka Kurdî dixwazim çêbikim. Ez dixwazim navê muzîka Kurdî, bi tîpên zêrîn li cîhanê werin nivîsandin."

Bilûrvanê ku bi pisporiya hunera xwe deng vedaye, bi hunermend Şivan Perwer, Bilind Îbrahîm, Hesen Şerîf, Sezen Aksû, Seyda Perînçek, Hozan Birader, Karwan Kamil, Heval Îbrahîm û gelek hunermendên din re konseran daye. Bavê hunermendê ciwan Şêxmûs Yîgît; her dem piştgiriya lawê xwe kiriye, lewra wî fêm kiriye ku Ezîz evîndarê hunerê ye.

Bavê Hunermendî Şêxmûs Yîgît li ser kurê xwe wiha axivî: "Me ji Ezîzî re tembûrekê stend, me jê re ji pasajê teyîbek stend. Mîkrofona xwe li teyîbê dixist, min digot de ka lê bide. Îcar wî muzîkê lê dida û ez jî direqisîm."

Ezîz Yîgît, digel kar û xebatên xwe yên konser û albûman, stranên şanoyê, stranên fîlman û stranên komên govendê jî amade dike. Lê dîsa jî ew dengê awaza bilûra xwe bi tu navdariyan naguherîne.