Sertaç Bucak: Pêwîstî bi siyaseteke alternatîfî heye

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) di bernameya “Basî Roj” a K24 de girêdayî rewşa şer, xebata sivîl-demokratîk, siyaseta alternatîf dîtinên PDK-Bakur anî ziman.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) di bernameya “Basî Roj” a K24 de girêdayî rewşa şer, xebata sivîl-demokratîk, siyaseta alternatîf dîtinên PDK-Bakur anî ziman.

Di bersîvên xwe ji bo rojnamevan Cemal Batun re, Bucak şere li Bakurê Kurdistanê wekî astengiya herî mezin li pêş azadiya Kurdistanê û demokrasiyê li Tirkiye nirxand. Herweha da zanîn, Tirkiye jî, PKK jî baş dizane ku bi tundî, bi çek, bi bombekirin, bi hendekan pirsgîrêka Kurd çareser nabe. Heta îro jî, van metodan alîkariya çareseriyê nekirine, berevajî bûne kospe, bûne asteng. Ji bo vê yekê pêwîstî bi siyasetek alternatîfî heye.

Herwiha Bucak got: “Pêwîst e bi cesaret siyasetek aştiyane, demokratîk, azadîxwaz pêşve biçe. Hem hemberî siyaseta dewletê, hem hemberê siyaseta PKK. Ango pêwîst e alternatif bête afirandin.”

Bucak derbarê xebata partiya xwe de jî got: “PDK-Bakur ji bo afirandina vê alternatîfê di nav xebatên berfereh de ye. Di destê yekem de bi yekîtiya di nav mala PDKê de, di destê duyem de bi nêzîkahiya tevayiya siyaseta azadîxwaz, demokratîxwaz û pêkanîna sîwanek di berjewendiyên neteweyî-demokratîk a Kurd de, emê daxwaza gelê xwe ya ji bo siyaseta alternatîfî biafirinîn.”