li Parlementoya Tirkiyê şer derket

Îro li Parlementoya Tirkiyê di komîsyona yasaya bingehîn de careke din şer derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro li Parlementoya Tirkiyê di komîsyona yasaya bingehîn de careke din şer derket.

Îro Komîsyona Yasaya Bingehîn li ser gûftûgokirina pêşniyarnameya AK-Partiyê ya derbarê guhertina yasaya bingehîn de civiya, lê careke din nav bera parlementerên AK-Partiyê û CHPê de şer rû da.

Parlementerê CHPê Akîf Ekîcî rexneyên tund li parlementerên AK-Partiyê girt û da zanîn ku endamên AK-Partiyê kesayetiyên xwe ji dest dane.

Li ser vê yekê Serokê Komîsyonê Mustafa Şentop parlementerê CHPê bi astengkirina xebatên komîsyonê tohmetbar kir.

Komîsyona Yasaya Bingehîn heta niha ji 21 xalên pêşniyarnameya AK-Partiyê 2 xalan pesend kiriye.