7 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Babê hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê ragihand, 7 çekdarên opozîsyona Sûriyê di şerê kontrolkirina Babê de hatin kuştin.
li gor daxuyaniyeke artêşa Tirkiyê duh di encama operasyonên artêşa wan de li bajarê Babê yê bakurê rojhilatê Helebê 44 endamên DAIŞê hatin kuştin û 154 caran pêgehên wan kirine armanc.
Her li gor daxuyaniya artêşê di oprasyonên duh de jî 7 çekdarên opizsyona sûryê hatin kuştin.
Ji 24 Tebaxa bûrî ve artêşa Tirkiyê digel çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi operasyonekê li bakurê Sûriyê kirine û heta niha hezar û 800 k.m çargoşe ji axa Sûriyê kontrolkirine û niha şerê herî tund li derdora bajarê Babê ye.