Hemo: PYD xefikan li ber lingê Kurd vedide

Ebdilbasit Hemo got: “PYD û Qendîl porjeya netewî li Rojavayê Kurdistanê û li tevahiya Kurdistanê napejînin, rayedarên Şam, Îran û Qendîlê biryar dane PYDê da ku vê siyasetê li dijî netewa Kurd bimeşînin. PYD jî xefikan li ber lingê Kurd vedide.”
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Duh li bajarê Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê civîna Desteya Damêzrêner a sîstema Yekîtiya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê birêve çû, tê de  navê sîstemê hate guhartin û peyva “Rojava” ji nave wê hate avêtin û bû “Sîstema Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê”

Li ser vê pirsê, endamê Polîtbîriya DPK-Sê Ebdilbasit Hemo ji K24ê re got: “PYD û Qendîl porjeya netewî li Rojavayê Kurdistanê û li tevahiya Kurdistanê napejînin, rayedarên Şam, Îran û Qendîlê biryar dane PYDê da ku vê siyasetê li dijî netewa Kurd bimeşînin. PYD jî xefikan li ber lingê Kurd vedide.”

Hemo got: “Navê vî perçî Kurdistana Sûriyê ye, xwedî melit û xakekê ye. PYD jî dixwaze pirsa Kurd ya ku li ser xaka xwe li Kurdistana Sûriyê dijî, wek kêmnetewên din wek Çerkes û yên din danûstandinê bike, da ku nifşekî nû ji xortên Kurd li ser netewa demokratîk perwerde bike, ku bi Kurdayetiyê û doza gelê Kurd nerame.”

Hemo amaje bi wê yekê kir ku, PYD û Qendîl qebûl nake nave Kurd li partiyan were kirin, ji ber vê yekê nave Kurd ne li dezgeh û ne li hêzên xwe yên çekdarî nake. Herwiha PYD dixwaze zimanê Kurdî jî bi awayekî çewt di mejiyê Kurdan de biçîne.

Hemo got ku, PYD xaka Kurdistana Sûriyê di bazareke îstixbaratî de firotiye, herêma Cezîrê vala kiriye, Efrîn daye ber pêla koçberiyê û Ereban lê bicih dike, Kobanî herifandiye. Evên ku li Girgê Legê kom bûne û biryaran didin, kompars in û bê viyan in.

Hemo amaje bi civînên Astanayê paytexta Kazixistanê kir û ragihand, ew geşbîn in bo hatina serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Turmp, ji ber ku ji berjiewendiya Amerîka û Ewropayê ye Kurd faktereke sereke be li navçeyê. Lê Hemo metisiya xwe derbarê rola Îranê û civînê Astanayê de li ser doza Kurd jî derbirî.