Girtiyekî siyasî yê Kurd lêvên xwe dirûtin

Girtiyekî siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, ku 22 roj in greva xwarinê girtiye, ji bo bidawîanîna greva xwe, daxwaza hewarçûnê ji navendên navneteweyî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Girtiyekî siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, ku 22 roj in greva xwarinê girtiye, ji bo bidawîanîna greva xwe, daxwaza hewarçûnê ji navendên navneteweyî dike.

Li gor malpera Mafê Mirovan, Hengaw Se'îd Şêrzad, zîndaniyekî siyasî yê Kurd e û xelkê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji bo derbirîna narazîbûna xwe li hember rewşa zîndaniyên siyasî yên li girtîxaneya Recayî ya bajêrê Kerec, lêvên xwe dirûtine û ji heyama 22 rojan e di girtîxaneyê de greva xwarinê girtiye, niha jî rewşa tenduristiya wî xirab e.

Wî zîndaniyê siyasî ragihandiye, heger dengê zîndaniyên siyasî yên li girtîxaneya Recayî bigihe guhên navendên navneteweyî, dê greva xwe bişkîne. Herwiha daxwaza hewarçûnê jî ji navendên cîhanî yên Mafên Mirovan dike.