Li Stenbolê berhemên hunerî jî rastî êrîşan tên

Berhema bi navê Kostantîniye ya wênesaz û peykersazê Kurd ê li cîhanê navdar Ehmed Gûneştekîn ku sala par li bîenala Wenîzê nêzî 7 mehan hatibû pêşandan li Stenbolê li pêş deriyê navendeke kirîn û firotinê jî hat pêşandan.Berhema ku li Wenîzê rastî eleqeyeke mezin hatî bi heman awayî prestîjeke mezin li navenda kirîn û firotinê jî barkir.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Berhema bi navê Kostantîniye ya wênesaz û peykersazê Kurd ê li cîhanê navdar Ehmed Gûneştekîn ku sala par li bîenala Wenîzê nêzî 7 mehan hatibû pêşandan li Stenbolê li pêş deriyê navendeke kirîn û firotinê jî hat pêşandan.Berhema ku li Wenîzê rastî eleqeyeke mezin hatî bi heman awayî prestîjeke mezin li navenda kirîn û firotinê jî barkir.

Wênesaz û Peykersaz Ehmed Gûneştekîn ji K24ê re got: “Bi hezaran, bi sed hezaran mirov lê temaşe kiribû. Ji bo wê rexnegir û nivîskaran  gelek nivîsên hêja nivîsîbûn. Me xwest li Tirkiyê jî were nîşandan.”

Lê belê piştî çend demjimêran qenaleke televizyonê ya nijadperest û paşverû li pêşiya navenda kirîn û firotinê ku berhem tê de tê pêşandan weşaneke tehrîkkar pêkanî.

Piştî vê weşanê grûpeke nijadperest li pêş Navendê kom bu û li dijî pêşandana berhemê dest bi protestoyan kirin. Di gel van protestoyan Kostantîniye pêşî bi brandayeke hat nixumandin piştre jî ji cihê wê hate rakirin.

Gûneştekîn dibêje jî: “Li Tirkiyê Paşverû hinekî zê de ne, fêm jî nakin. Tarîxê naxwînin, pirtûkan naxwînin, tiştê ku ji bawer dikin nizanin ka ji çi bawer dikin. Dibêjin em neviyên Osmanî ne. Û bi vî awayî hêrîş kirin û gotin em ê vê bi şewitînin em ê vê Mallê bişewitînin.

Hûnermendê li cîhanê navdar Ehmed Gûneştekîn, li dijî van hêrîşên nijadperest û paşverû karvedan nîşan da û got; ev yek bêtehemmûliya li dijî hûnerê nîşan dide.  Gûneştekîn domand: “Li Tirkiyê ji Huner re tehemmûl hinekî kêm e. Ji ber ku ez hûnermendekî Kurd im Li ser şexsê min jî carna karvedanan nîşan didin. Lê belê ev karvedan ne zêde ye ji ber ku li aliyekê jî li Tirkiyê gelekî ji min hez dikin. Gelekî ji hûnerê min hez dikin. Ez hûnermendekî cîhanîme û pir bi vê yekê serbilind in. Ew jî wekî kurdan kêf xweş dibin lê helbet di nav wan de yên nebaş jî hene; yên faşîst anku nijadperest jî hene.”

Di gel ku ji aliyên siyasî ve li dijî vê bûyerê ti karvedan nehate nîşandan lê bûyerê di çapemeniyê de gelekî deng veda. Êrîşa paşverû ji aliyê gelek mirovan ve hat şermezar kirin.

Ehmed Gûneştekîn got; huner qadekî azad e û ew ji bo çêkirina berhemên xwe ji ti kesî destûrê wernagire. Herwiha hunermend dibêje; ew dê bi piştgiriya civakê karên xwe berdewam bike.