Bi wêne.. Li 2 welatan sala 2017 e
K24 – Navenda Nûçeyan
Tevahiya cîhanê çaverêyî hatina sala nû 2017an dike, yekem welat jî ku xêrhatina sala nû kir New Zealand bû, piştre jî Australya bû.
Li bajarê Aucklandê yê New Zealandayê bi destpêkirina yekem çirkeya sala 2017an re, lîstika agir li asmana wî bajarî dest pê kir.
Li Sydney ya Australiyayê bi hatina sala nû, xelk bo temaşekirina lîstikên agir li nêzîkî Opera House ku bi navûdengtirîn cih e li wî bajarî kom bûn û temaşeya dîmenên agir li asman kirin.