Stenbolê sala nû bi teqîn û xwînê pêşwazî kir

Li bajarê Stenbolê li dijî welatiyên ku sersal pîroz dikirin bi çekên giran êrîş hate kirin. Di encamê de 39 kes canê xwe ji dest dan 69 kes jî birîndar bûn. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu û Parêzgerê Stenbolê Vasîp Şahîn êrîşê wekî bûyerek terorê pênase kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Stenbolê li dijî welatiyên ku sersal pîroz dikirin bi çekên giran êrîş hate kirin. Di encamê de 39 kes canê xwe ji dest dan 69 kes jî birîndar bûn. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu û Parêzgerê Stenbolê Vasîp Şahîn êrîşê wekî bûyerek terorê pênase kirin.

demjimêr 01:15 bû û Tirkiye derbasî sala nû bûbû. Li bajarê Stenbolê Ortakoyê 600 welatî ji bo pîrozkirina sala nû li barekî bi navê Reînayê kom bûbûn. Lêbelê şahiya welatiyan zivirî mirin û xwînê. Lewra kesek an jî kesên nasnameyê wan nediyar bi çekên giran êrîşê barê kirin.

Di destpêkê de polîs û paswanê ber deriyê barê kuştin. Piştre jî bi ser welatiyan de reşandin. Di encamê de 39 kes canê xwe ji dest dan 69 kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê di destpêkê de Parêzgerê Stenbolê Vasîp Şahîn derket pêşberî çapemeniyê û êrîşê wekî bûyerek terorê penase kir.

“Îro yek û çariyekî terorîstek êrîşê nadiyekî kir û bi şêweyek hovane û nedilovan li ser welatiyan reşand. Welatî tenê ji bo pîrozkirina sersalê kom bûbûn û bêgûneh bûn. Ev bûyerek terorê ye.”

Piştî parêzgerê Stenbolê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu axivî û zanyariyên berfireh da.

39 welatiyên me canê xwe ji dest dan. Ji wan heta niha nasnameya 21 kesan diyar bûye. Xebatên zelalkirina nasnameya kesên dî berdewam dike. Ji 39 kesan 16 kes biyanî 5 kes jî welatiyên Tirkiyeyê ne. Niha 69 kes li nexweşxaneyê tên dermankirin û rewşa 4 kesan giran e. Bêgûman em bi bûyerek terorê ne rû bi rû ne. Ji bo girtina terorîstî xebatên me berdewam dike.

Li Tirkiyeyê di sala 2016an de 32 teqîn rû dan di encamê de nêzikê 500 kes canê xwe ji dest dan ji hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn. Welatî dema sersal pîroz dikirin, hêviya aşitî û aramiyê dikirin. Lêbelê sala nû berevajî hêviya welatiyan li Tirkiyê bi kuştin û xwînê destpê kir.