5 welatan welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyarî kirin

Piştî erîşa li Stenbolê 5 dewletên wekî Amerîka, Brîtanya, Australyayê, Nemsa û Swêdê welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî erîşa li Stenbolê 5 dewletên wekî Amerîka, Brîtanya, Australyayê, Nemsa û Swêdê welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyar kirin.

Wezareta Derva yê Amerîkayê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku, li Stenbolê êrîş pêk hatiye û hejmarek zêde kes canê xwe ji dest dane û birîndar bûne. Divê welatiyên Amerîkî nêzikê cihê bûyerê nebin û ji navendên geştiyariyê dûr bikevin.

Brîtanya û Australya jî hişyarî dan ji welatiyên xwe û ji bo serdanên Tirkiyeyê daxwaza baldarbûnê kirin. Ji ber êrîşên terorê ji cih û warên qelebalix dûr bikevin.

Herwiha hikûmeta Nemsayê û Wezareta Derve ya Swêdê jî hişyarî da welatiyên xwe yên li Stenbolê û ji wax west ne gelek pêwîst be derbekevin û geşedanan bişopînin.

Li bajarê Stenbolê, êrîşeke çekdarî û xwekujî li hola şahiyan a Reinayê hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 69 kes birîndar bûn, 16 ji kuştiyan welatiyên biyanî bûn.