HDPê êrîşa Stenbolê şermezar kir

Li bajarê Stenbolê li dijî welatiyên ku sersal pîroz dikirin bi çekên giran êrîş hate kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî êrîşê weke neyartiya mirovahiyê binav kir û bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşê şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Stenbolê li dijî welatiyên ku sersal pîroz dikirin bi çekên giran êrîş hate kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî êrîşê weke neyartiya mirovahiyê binav kir û bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşê şermezar kir.

Di daxuyaniya HDPê de hate gotin: “Di yekem demjimêrên 2017an de li Stenbolê êrîşeke hovane rû daye û di encamê de bi dehan welatiyan canê xwe jidest dane û gelek welatî jî birîndar bûne. Em wê êrîşa ku neyartiya mirovahiyê kiriye bi zimanekê tund şermezar û lanetdikin.”

Herwiha di daxuyaniya HSDê de hat: “Ji bo kesên ku di êrîşê de canê xwe jidest dane ji Xweda rehmetê û ji kesên birîndar û malbatên wan re jî şîfayê daxwaz dikin. ”

HDPê wekî din di daxuyaniyê de bal kişand ser daxuyaniyên siyasetmedar û erkdarên hikûmetê ku şahiyên sersalê reş dike. HDPê ragihand ku, ji ber ew daxuyaniyên bêxem û xelet kesên ku neyartiya mirovahiyê dikin ji bo êrîşan bi wêrektir dibin. Herî dawî xutbeya ku Serokatiya Ayîniyê jî ji mizgeftan re şandibû, rê li ber hewlên wiha ve kiriye. Kesên ku gavên erînî navêjin û vî agirî geş dikin berpirsyariya sîyasî digirin ser xwe. Zêdekirin û pêşîlênegirtina polîtîkayên şer, alozî û neyartiyê pêşî li rûdanên wiha ve dike.