Li Stenbol êrîş: 39 kuştî
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Stenbolê, êrîşeke çekdarî û xwekujî li hola şahiyan a Reinayê hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes birîndar bûn.
Şeva borî Demjimêr 01.15ê Li bajarê Stenbolê, kesekî çekdar ku bi cilûbergên Baba Noel li hola şahiyan a Reinayê êrîşek pêk anî. Destpêkê paswanekî û welatiyekî dikuje, piştre diçe nava holê û teqe li beşdarên ahenga sersalê dike.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, di encama êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest daye û 69 kes jî birîndar bûne.
Soylu got; “Heta niha nasnameya 21 kesên jiyana xwe ji dest dane eşkere bûye. Ji van 16 kes biyanî ne. 69 kes jî birîndar in û birîndaar rakirine nexweşxaneyan. Rewşa 4 ji birîndaran giran e. Hêzên ewlekariyê ji bo peydakirina êrîşkaran kar dikin.”
Dema ku êrîşker polîsê paswan kuşt û derbasî nava holê bû, bi kamîreya çavdêriyê hatiye tomarkirin.