Hikûmeta herêmê êrîşên Stenbol, Bexda û Necefê şermezar dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, êrîşa şeva borî ya Stenbolê şermezar kir û bi êrîşeke “Teroristî” binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, êrîşa şeva borî ya Stenbolê şermezar kir û bi êrîşeke “Teroristî” binav kir.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat: “Bi tundî êrîşa teroristî ya ku şeva borî li ahengeke sersala nû li Stenbolê rû daye şermezar dikin, ku di encama wê êrîşê de hejmarek ji welatiyên Tirkiye û geştiyarên biyanî ku geştiyarên Herêma Kurdistanê jî di navê de hebûn canê xwe jidest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.”

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye: “Herwiha bi tundî êrîşên teroristî yên ku duh û îro li Necef û Bexdayê armanc kirine û tê de hejmarek ji welatî û hêzên ewlehiyê canê xwe jidest dane û birîndar bûne, şermezar dikin.”

Daxuyniya Hekûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi sedemên van êrîşên teroristî kir û tê de hat: “Ev êrîşên teroristî nîşana wê yekê ne, ku terrorist li Mûsilê û çend navçeyên din yên Iraq û Sûriyê rûbirûyî şikestinê dibin û li eniyên şer bi yek çarî jinav diçin. Ji ber wê Terorist hewl didin êrîşên terorî di nava xelkê sivîl de bikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat. “Lê bi dilniyabûn ev bûyerên teroristî daxwaz û vîna eniya dijeterorê bo rûbirûbûn û jinavbirina wê bihêztir dikin û dibin sedema ku bihêz lêdana teroristan li her cihekî bidin.”