Mebesta Tirkiyê ji operasyona Babê çi ye?
K24 – Enqere
Operasyona Babê di 9ê Berçile de dest pê kir. Yek ji wan mijarên ku tê meraqkirin jî gelo mebesta Tirkiyê ya operasyona Babê çi ye û hêzên hevpeyman çima piştevaniyeke têkûz nadin Tirkiyê? Ji îro bi şûn de Tirkiye wê stratejiya xwe biguherîne an na? Pisporan ev mijara herî krîtîk nirxandin.