Karmaneya serdana Holand hat ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Derbarê serdana Serokê Frandayê ji Bexda û Hewlêrê re, Kunsulxana Fransa li Hewlêrê ragihand, Serokê Frandayê François Holand bi serdaneke kar hatiye Iraqê û îro piştî nîvro serdana Herêma Kurdistanê dike.
Kunsulxana Fransa li Hewlêrê amaje bi wê yekê kir, di çarçova serdana Serokê Fransa bo Herêma Kurdistanê, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û endamên hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive. Herwiha Holand serdana hêzên Pêşmerge û hêzên Fransî li eniyên şer dike.
Kunsulxana Fransa li Hewlêrê diyar kir, Holand bi xwe re beşek ji hevkariyên mirovî aniye ku ji 5 tonan derman pêk tê, ev hevkariye jî ji navendên tenduristî yên Mûsil û Hewlêrê re ne.
Herwiha beşek ji wê hevkariyê, kelûpelên tenduristî û xwarak in, ji aliyê kompaniya Fransî Nutrition 7 hatine amadekirin.