NYT navên peyamnêrên xwe li Tirkiye vedişêre

Rojnameya navdar a Amerîkî Newyork Times (NYT) biryar wergirt, ku ji niha û pê ve navên peyamnêrên xwe dê eşkere neke. Ji cîhê wê, dê navê “Nivîskar an karkerê Newyork Times” bê bikaranîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya navdar a Amerîkî Newyork Times (NYT) biryar wergirt, ku ji niha û pê ve navên peyamnêrên xwe dê eşkere neke. Ji cîhê wê, dê navê “Nivîskar an karkerê Newyork Times” bê bikaranîn.

Ev biryara rojnameya Newyork Times, bi egera metirsiya li ser xebatkarên wê li Tirkiye ye.

Berî niha jî li Sûriye û Efganistanê, navên xebatkarên NYT nedihatin nivîsandin, Tirkiye dibe sêyem welat, ku ev biryar li ser hatiye wergirtin.

Yekem karvedana vê biryarê, di nivîsên girêdayî kuştinan a Hola Reina li Stenbolê pêk hat. Ji cîhê navên peyamnêran “Xebatkarê Newyork Times” hate nivîsandin.