Di êrîşa Stenbolê de 3 qurbaniyên Başûrê Kurdistanê hebûn

Di êrîşa terorî ya li Stenbolê de hejmara qurbaniyên xelkê Kurdistanî gihêşt 3 kesan. Rêxistina terorê DAIŞê berpirsiyartiya êrîşê hilda ser xwe. Ji bo girtina êrîşkar operasyona ewlekariyê didome. Ji aliyê din ve der barê êrîşê de 8 gumanbar hatin desteserkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Di êrîşa terorî ya li Stenbolê de hejmara qurbaniyên xelkê Kurdistanî gihêşt 3 kesan. Rêxistina terorê DAIŞê berpirsiyartiya êrîşê hilda ser xwe. Ji bo girtina êrîşkar operasyona ewlekariyê didome. Ji aliyê din ve der barê êrîşê de 8 gumanbar hatin desteserkirin. 

Di êrîşa terorî de ya ku li Stenbolê li dijî sivîlan hat kirin 39 kes canê xwe ji dest dan. 12 hemwelatiyên Tirkiyê ku di êrîşê de mirin hatin definkirin 27 kes jî hemwelatiyên biyanî bûn û cenazeya wan jî ji saziya bijîşkiyê bi rêya konsolxaneyê radestî malbata wan tên kirin.

3 kesên ku xelkê Başûrê Kurdistanê bûn jî di êrîşa terorî de canê xwe ji dest dan. Cenazeya du kesan Ahmed Refîq Essam û Mustafa Celal şeva borî bo Hewlêrê hatibûn veguhestin. Qurbaniyê sêyemîn jî Bilind Sîrwan Osman ê 39 salî bû û cenazaya wî jî sibê nîvro bo Hewlêrê wê were şandin.

Xizmê Bilind Sîrwan Osman ji K24ê re axivî û got: “Bilind Sîrwan Osman ne ji bo betlaneyê ji bo karê xwe ji Kurdistanê hatibû Stenbolê û di vê êrîşê de canê xwe ji dest da. Zewicî bû bavê du zarokan bû.”

Di êrîşê de 65 kes jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de 3 kesên xelkê Kurdistanê jî hene. Ji 3 birîndaran dermankirina kesekî bi dawî bû û dermankirina 2 birîndaran li nexweşxaneyên cuda berdewam e.

Hat ragihandin êrîşkarê ku hemwelatiyê Kirgizîstanê ye û milîtanê DAIŞ'ê ye di nav 6 deqeyê de 6 şarjor bi kar aniye û 180 gule berdaye ser sivîlan. Ji bo girtina êrîşkar operasyona hêzên ewlekariyê hêj berdewam e. Heta niha 8 gumanbar hatine desteserkirin. Wêneyê êrîşkar jî hat belavkirin.

Hemwelatiyên Stenbolê ku di nav sala dawî de gelek êrîşên bombeyî dîtin, gelek bêzar bûne û li hêviya rojên aştiyane ne.