Pentegon: Ti agahiyên me li ser hevahengiya Rûsî-Tirkî nînin

Berdevkê Pentegonê dibêje, ti agahiya wan li ser hevkariya di navbera Rûsya û Tirkiyê derbarê şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê de tune ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Pentegonê dibêje, ti agahiya wan li ser hevkariya di navbera Rûsya û Tirkiyê derbarê şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê de tune ne.

Berdevkê Wezarta Bergîriyê yê Amerîka (Pentegon) Peter Cook di konferanseke rojnamegerî de red kir ku behsa Hevahengiya di navbera Rûsya û Tirkiyê de ya derbarê operasyona Tirkiyê li Sûriyê de bike. Cook got, ew hûrgiliyên li ser wê hevahengiyê tiştekî nizanin.

Lê Cook tekezî li ser hevahengiya di navbera Amerîka û Tirkiyê de kir û got ku, ew wê hevahengiya li dijî DAIŞê diparêzin, ne tenê bi êrîşên asmanî, heta bi hevkariya li ser zemînê jî.

Herwiha Cook amaje kir jî, ew di hin rewşan de hevkariya Tirkiyê dikin, ji ber ku Tirkiyê endameke Hevpeymaniya Navdewletî ya li şerê DAIŞê de ye.

Derbarê operasyona artêşa Tirkiyê li bajarok Babê ya Sûriyê de, Cook got, li ser daxwaza Tirkiyê firokeyên Amerîkayê piştevaniyeke asmanî ji hêzên Tirkiyê re li asmana Babê dike, lê bêyî ku ti êrîşan bike.

Hin jêderên leşkerî yên Tirkî ragihandin ku, roja 30 Berçileya borî û 2 Çile firokeyên Rûsyayê beşdarî di operasyona Babê de kirin.

Tê zanîn ku ev hevkariya Rûsî-Tirkî li dijî DAIŞê, piştî ragihandina agirbestê li Sûriyê roja 29 Berçileya borî de hat. Agirbesta li Sûriyê piştî lihevkirinekê di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de hate ragihandin.