Tirkiyê di bin gefa terorê de ye

Tirkiyê ev demeke dirêje di bin gefa terorê de ye û nêzî salek û nîv e li rastî bêhêjmar êrîşan hat. Li aliyekê hêrîşên PKK û DAIŞê li aliyekê jî hêrîş û planên FETO yê ku hewl dabûn kudetayê jî pêkbînin, derbeyên gelekî mezin li Tirkiyê dan.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Tirkiyê ev demeke dirêje di bin gefa terorê de ye û nêzî salek û nîv e li rastî bêhêjmar êrîşan hat. Li aliyekê hêrîşên PKK û DAIŞê li aliyekê jî hêrîş û planên FETO yê ku hewl dabûn kudetayê jî pêkbînin, derbeyên gelekî mezin li Tirkiyê dan. 

Lê belê êrîşa şeva sersalê ya ku ji aliyê endamekî rêkxistina terorî DAÎŞê ve li kulûbeke navdar ya Stenbolê hate pêkanîn, ji hemû hêrîşan bandoreke mezintir çêkir. Bi taybetî jî li ser torên medyaya civakî weşanên bawermendên radîkal yên ku piştevaniya hêrîşê dikin; kir ku di navbeyna aliyên sekûler û yên dîndar de dubendî hê kurtir bibe. 

Piştî qetlîamê hem ji aliyên nêzî hikûmetê hem jî ji aliyên sekûler, bi hezaran kes bê navber tên cihê bûyerê û hem qerenfîlan datînin ber deriyê klûbê hem jî bûyerê bi awayekî tund şermezar dikin. Lê belê di gel vê yekê jî gengeşiya di navbera  herdu aliyan de bi awayekî metirsîdar zêdetir dibe.

Alîkara Rêvebirê Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskin li ser vê mijarê ji K24ê re axivî û got: “Em nikarin tu bûyerên tundûtijiyê bêyî rastiya civakî ya li paş bûyerê binirxînin. Heke li vê erdnigariyê li dijî nirxên Rojavayî bi awayekî aşkere hêrîş bên kirin; di manşetên rojnameyan de pîrozbahiyên sersalê bi awayekî tehdîtkar werin rûreşkirin, ji bo dibistanan agahdarnameyên ku pîrozbahiya sersalê qedexe dikin bên şandin; herwiha heke li xutbeyan jî pîrozbahiyên sersalê wekî guneh werin ragihandin wê demê tundutûjî jî di nav civakê de wekî bûyereke ji rêzê tê dîtin.”

Di nav aliyên sekûler de wekî alîkara rêvebirê Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn gelek kes di fikirin ku: di gel armancên siyasî ev hêrîş bi heman awayî li dijî şêwe jiyana mirovan hatiye pêkanîn.

Berevajî van gotinan, li gor aliyên kevneperest yên nêzî hikûmetê ev hêrîş bi geşedanên herêmî re pêwendîdar in.

Serokê Şaredariya Beyogluyê Ahmet Mîsbah Demîrcan jî dibêje: "Axa Sûriyê û axa  Iraqê perçe dibe û tê dabeş kirin. Berjewendiyên aktorên global li ser perçebûna vê erdinigariyê ye. Di xwazin bi saya nasnameyên etnîk yan jî mekanîzmayên hessas yên civakî yekitiya vê civakê perçe bikin û civakê li gor berjewendiyên xwe ji nûve saz bikin, herkes jî vê yekê baş dizane.”

Hikûmet pê dizane ku ev êrîş bi heman awayî dubendiya navbera aliyên kevneperest û sekûler de kurtir dike. Van çend rojên dawiyê 500 navnîşanên ku li ser torên medyaya civakî vê dubendiyê kurtir dikin bi awayekî hurgilî tên şopandin û derbarê 100 navnîşanan de jî lêpirsîn hate vekirin. Lê belê di gel van hemû hewldanan dîsa jî hişmendiyeke hevpar di nava civakê de nehatiye saz kirin.