Erdogan: Bab di demeke nêzîk de tê kontrolkirin

Serokomarê Tirkiyê radigihne, şerê hêzên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê dê demeke nêzîk de bajarokê Babê kontrol bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê radigihne, şerê hêzên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê dê demeke nêzîk de bajarokê Babê kontrol bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di gotarekê de ku di televizyona fermî de hate belavkirin ragihand, şerê hêzên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê ji bo jinavbirina DAIŞê ji bajarokê Babê wê di demeke nêzîk de bidawî bibe.

Herweha Erdogan got jî, ewê deverên din jî ji DAIŞê pak bikin, di nav de jî bajarê Minbicê.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Tirkiye dibêje ku armanca wê operasyonê ew e, sînorê xwe ji êrîşên terorî biparêze.

Tê zanîn ku, heta niha bêhtir ji 39 leşkerên Tirkiyê di operasyona Mertala Feradê de canê xwe ji dest dane.