Erdogan regeznameya Tirkî dide Sûrî û Iraqiyan

Serokomarê Tirkiyê radigihîne, ewê regeznameya Tirkî bide welatiyên Sûrî û Iraqî yên li Tirkiyê dimînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê radigihîne, ewê regeznameya Tirkî bide welatiyên Sûrî û Iraqî yên li Tirkiyê dimînin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di gotareke televizyonî de ragihand, ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê niha kar dike, ku regeznameya Tirkî bide hin welatiyên Sûrî û Iraqî, piştî ku bi lêkolînên pêwîst bidawî bibin jî ew regezname tên dayîn.

Erdogan got jî, hin kesên xwedî bawernameyên bilind wek endezyar, nojdar û parêzeran bi wan re hene, ji dixwaz kirine sûdekê ji wan werbigirin ji dêvla ku ew bi rengekî ne yasayî kar bikin, dê derfetekê bide wan ku wek welatiyên Tirkî kar bikin.

Erdogan demê destbikarbûnê bi dana regeznameyên Tirkî destnîşan nekir, lê got Wezareta Navxwe ya Tirkiyê amade ye di her demekê de ku bi vê gavê rabe.

Li gor amarên Tirkiyê yên fermî, derdora 3 milyon penaberên Sûrî û Iraqî li Tirkiyê dimînin.