Li Stenbolê pêşangeha deriyan hat lidarxistin

Li cîhanê yekemîn pêşngeha derî, û sîstemên deriyan li Stenbolê cara yazdemîn deriyên xwe vekir. Sektora ku di gel sektora telersaziyê her ku diçe geştir dibe ji şer û pevçûnên van dawiyan bandor wergirtiye û hilberînerên deriyan dibêjin beriya şerê DAÎŞê ji Kurdistanê jî gelek kiryarên wan dihatin lê bi taybetî piştî DAÎŞê hateçûya karsazên Kurd gelekî kêm bûye lê dîsa jî ew ji beşdariya karsazên Kurd bi hêvî ne.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Rêvebirê Fuarê Îbrahîm Avşar di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Fûara me di vê sektorê de li cîhanê yekemîn e. Sektora berhemên deriyan di gel sektora avahîsaziyê her ku diçe geştir dibe. Her sal di vê fûarê de berhemên serincrakêş tên nişandan. Berhemên îsal jî berhemên modern yên 2017an e.”

Tê pêşbînîkirin ku herî zêde dewletên Rojhilata Navîn û yên Kendavê beşdarî fuarê bibin. Hilberînerên deriyan dan zanîn ku beriya şerê DAÎŞê ji Kurdistanê jî gelek kiryarên wan dihatin lê bi taybetî piştî DAÎŞê hateçûya karsazên Kurd gelekî kêm bûye lê dîsa jî ew ji beşdariya karsazên kurd bi hêvîne. 

Nûnerê Kompaniya Beşdar Ersan Ayyildiz jî got: “Em bi piranî ji bo Rojhilata Navîn û ji bo Dewletên Ereban hinardeyê dikin. Ji Qetar,Îranê û ji Lîbya kîryarên me hene. Berê ji Hewlêrê jî gelek kiryarên me dihatin lê ji ber şerê DAÎŞ û aloziyên van dawiyan mixabin edî wekî berê ji Kurdistanê kiryar nayên.”

Herwiha Nûnerê Kompaniya Beşdar Sînan Bînîcî got: “Em niha ji bo Ezerbeycan, Ukrayna, Iraq û Îranê hinardeyê dikin. Di demek nêz de em ê ji bo Ewropa jî hinardeyê bikin. Ji Kurdistanê herî zêde ji Hewlêrê kiryarên me tên. Deriyên ku em çêdikin hinekî berhemên giranbûhane lê kiryarên me zêdetir deriyên hinekî erzan daxwaz dikin û ji ber wê jî bo daxwaza wan bi cî bînin em hinekî zehmetî dikşînin.”

Hilberînerên deriyan ku ev nêzî 11 sal in her sal ji hezaran serdanvanan re mazubantiyê dike bêtir li benda kiryarên ji Rojhilata Navîn in. Fuar dê 3 rojan berdewam bike.