Li Îzmîrê teqîn: Kuştî û birîndar hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyê teqînek li nêzîkî dadgeha Izmîrê rû da. Polîsek û karmendekî dadgehê canê xwe ji dest dane û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên destpêkê Polîsek û karmendekî dadgehê canê xwe ji dest dane û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Piştî teqînê sê çekdaran êrşî dadgehê kirin û xwastin bikevin nava dadgehê, lê ji aliyê polîsan 2 êrîşker ji wan çekdaran hatin kuştin û yê din heya niha nehatiye girtin.
Piştî teqînê hejmarek zêde tîmên agirkûj û tendûristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin û polîsan bergiriyên ewlekariyê wergirtin.
Hat zanîn di teqînê de wesaîteka bombebarkirî hatiye bikaranîn. Serokwezîrtiya Tirkiyeyê derbarê teqînê de belavkirina nûçeyan qedexe kir.