Kiliçdaroglu: Guhertina yasaya bingehîn xiyanetî ye

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, pêşniyarnameya AK-Partiyê ya derbarê guhertina yasaya bingehîn de li hemberî dîroka Tirkiyê xiyanetî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, pêşniyarnameya AK-Partiyê ya derbarê guhertina yasaya bingehîn de li hemberî dîroka Tirkiyê xiyanetî ye.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro digel Serokên Şaxên CHPê yên bajaran civîya û bal kişand li ser guhertina yasaya bingehîn. Kiliçdaroglu bang li endamên parlementoyê kir û got roja Duşemê dema dengdayînê pêşniyarnameya AK-Partiyê nepejirînin, guhertina yasaya bingehîn li hemberî dîroka wan xiyanetî ye.

Herwiha Kiliçdaroglu got jî, AK-Partî dixwaze rejîma Tirkiyê biguherîne û rejîmeke zordest ava bike.