Mesrûr Barzanî derbarê serdana Yildirim de ji K24ê re daxive
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwrimendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser çiyayê Zertik - ku niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û şanda pê re serdana hêza Pêşmerge dikin - ji K24ê re ragihand, ev serkeftineke dîplomasî ya Serokê Herêma Kurdistanê ye.
Mesrûr Barzanî derbarê serdana Serokwezîrê Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge re got: “Ev amajeyeke bo serkeftina dîplomasiya Serokê Herêma Kurdistanê û pêzanîn û rêzgirtina li vîna gelê Kurd e, wek yarîkerekî şareza di hevkêşeya siyasî ya navçê û şerê li dijî terorê de.”
Herwiha Şêwrimendê Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê civînan de ragihand, behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, guhartinên li navçê û pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiyê de hate kirin.
Li dawiyê axaftina xwe de Şêwrimendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji hemû aliyekî kir, ji bo aramiya navçê û şerê li dijî terorê de hevkariya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bikin bo aramiya navçê.