Berî vekişandina ji Başîkê, Erdogan bi leşkeran re axivî

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bi telefonê pêwendiyekê bi leşkerên welatê xwe yên li Başîkê dike, ku biryar e li gor rêkeftina di navbera Enqere û Bexdayê de, di rojên bê de ew hêz ji başîkê vekişe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bi telefonê pêwendiyekê bi leşkerên welatê xwe yên li Başîkê dike, ku biryar e li gor rêkeftina di navbera Enqere û Bexdayê de, di rojên bê de ew hêz ji başîkê vekişe.

Hebûna wê hêza Tirkiyê li Başîkê pêwendiya di navbera Enqere û Bexdayê de aloz kiribû, lê bi hatina Serokwezîrê Tirkiyê bo Bexdayê ya berî du rojan, rêkeftineke derbarê vekişandina wê hêzê hate îmzekirin û alozî kêm kirin.

Dema Wezîrê Çavkaniyên Siruştî û Vejenê Berat Albayrak, Wezîrê Bergîriyê Fikrî Işik û Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag li Iraqê serdana kampa Başîkayê kirin, Erdogan jî bi telefonê bi leşkerên ku li kampê ne re axivî. Erdogan ji leşkerên li Başîkayê re got: "Bi serbilindî û merdî hûn rûbirûyî stemê bûn."

Herwiha Erdogan leşkerên li Başîkayê pîroz kir û wiha got: "Ez hêvî dikim ku serkeftinên we yên li Başîkayê her ku here zêde bibe. Xwedê alîkariya we bike înşallah. Hûn li wir bi rastî destanekî dinivîsin."

Erdogan amaje bi erkê leşkerên Tirkiyê kir û got: "Ev perwerdeya ku hûn li wê derê didin Pêşmerge û birayên me yên din ên li Mûsilê, wê ji bo aştiya herêmê û geşedanên herêmê mifadar bibe."

Ji bêhtirî salekê ye, leşkerên artêşa Tirkiyê li nêzîkî qezaya Başîkayê bicih bûne û erkê perwerdekirina hêza Parastina Neynewayê (Heşda Niştimanî ya berê) dikir.