Kerby: Mana PKKê li Şingalê metirsî ye li ser navçê

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, mana PKKê li Şingalê bi metirsî li navçê binav dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, mana PKKê li Şingalê bi metirsî li navçê binav dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kerby di konferanseke rojnamegerî de ragihand, heta niha ti danûstandineke dîplomasî derbarê derketina PKKê ji Şingalê nekiriye û Amerîka di pirsa rûbirûbûna terorê de piştevaniya Tirkiyê Tirkiyê dike.

Herwiha Kerby got: “Mana PKKê li Şingalê gef e li ser navçê.”

Roja 7 vê mehê Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim serdana Bexdayê kir û di konferansa rojnamegerî ya digel Serokwezîrê Iraqê de got: “Me daxwaz ji Iraqê kiriye, hevkariya me bike, da ku PKK ji Şingalê derkeve, Iraqê jî soz daye ku hemû hewlên xwe bo nehêştina PKKê li Şingalê bike.”

Herwiha duh KCKê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew ji Şingalê dernakevin. Ne PKK'ê ne û ne fermandarên gerîla ti daxuyaniyek li ser derketina gerîla ji Şengalê nedane.