Japonya Kunsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Wezîrê Derve ya Japonyayê Kîntaro Sonora ragihand, îro kunsuxaneya Japonyayê li Hewlêrê vedike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve ya Japonyayê Kîntaro Sonora ragihand, îro kunsuxaneya Japonyayê li Hewlêrê vedike.

Li gor nûçeyeke malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Roja çarşem 11.01.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Birêz Kentaro Sunora Wezîrê Dewletê yê Karubarê Derveyê Japonya û şandekî li gel kir ku ji Fomîo Away Balyozê Japonya li Iraqê û Katsomî Moriyaso Konsolê Japonya li Herêma Kurdistanê pêk hatibû.

Li hevdîtinê de Wezîrê Dewletê yê Karubarê Derveyê Japonya, xweşhaliya xwe bi hevdîtinê ragihand û spasî Serok Barzanî kir ji bo rol û xebata wan ya li çespandina aştî û rûbirûbûna terorê. Her wiha spasiyên xwe ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku karîne terorîstan têkbişkînin.

Wezîrê Dewletê yê Karubarê Derveyê Japonya ragihand ku welatê wan dixwaze peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê pêşbixe û ji bo vê mebestê jî îro Konsolxaneya welatê xwe li Hewlêrê vedike û birêz Katsomî Moriyaso wekê Konsolê welatê xwe li Herêma Kurdistanê bi Serok Barzanî nasand.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina şanda mîhvanan, destxweşî û pîrozbahiya vekirina Konsolxaneya Japonya li Hewlêrê pêşkêşî Wezîrê Dewletê yê Karubarê Derveyê Japonya û şanda li gel kir û spasî Hikûmet û gelê Japonya kir û vekirina Konsolxaneya Japonya li Hewlêr bi hengaveke baş ji bo berfirehkirina peywendiyên her dû aliyan wesif kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehtirkirina peywendiyên li gel welatê Japonya yê ragihand.

Di derbarê paşaroja terorîstan Serok Barzanî ragihand, Pêşmerge karî metirsîdartirîn û dirindetirîn rêxistina terorîstî û dijmina mirovayetiyê têkbişkîne ku gefeke li ser hemû cîhanê. Niha jî her çende Da'îş li rûxan û şikesteke mezin daye, lê belê ewe nayê wê wateyê ku têkşikandina rêxistina terorîstiya Da'îş li ruyê serbaziyê ve dibê dawî hatina teror û tundrewiyê, ji ber ku renge bi naveke cûda û awayeke cûda derbikevin. Ji bo wê yekê pêwîste hemahengî û hevkariyeke hemû aliyane hebê ji bo ji navbirina teror û tundrewiyê, neku her tenê li rûyê serbazî belkû li hemû astan da pêwîst e.