Êrîşkerê sersala Stenbolê bi ber çavan ket

Welatiyan polîsê Tirkiyê agahdar kirin ku, li navçeya Baxcilarê ya Stenbolê êrişkerê şahiya sersalê li metroya Kîrazê dîtine. Di lêgerîna polîsan de encam nehat girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyan polîsê Tirkiyê agahdar kirin ku, li navçeya Baxcilarê ya Stenbolê êrişkerê şahiya sersalê li metroya Kîrazê dîtine. Di lêgerîna polîsan de encam nehat girtin.

Ev 11 roj in ku êrişkerê şahiya sersalê ya Stenbolê nehatiye girtin û lêgerîna wî li hemû deverên Tirkiyê berdewam dike.

Îro bo hêzên ewlekariya Tirkiyê telefon hat kirin ku, êrişker li metroya Kîrazlî ya Stenbolê hatiye dîtin. Piştî vê polîs û leşkeran dora metro girtin û ketin û derketina wê girtin kontrolê û seferên metro hatin rawestandin.

Her wiha li metroya fiokxaneya Ataturkê jî bergiriyên ewlekarî derketin asta herî bilind û seferên metroyê hatin rawestandin.

Hat ragehandin heta niha encam nehatiye girtin û operasyon û lêgerîn berdewam e.

Di roja yekem a sala nû de jî li Stenbolê hola şahiyan a Reinayê êrîşeke terorî pêk hat. Piştî êrîşê hat diyar kirin ku 39 kes mirin, ji nava kuştiyan 24 kes geştiyarên ji welatiyên biyanî ne, herwiha 65 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku êrîşkerê Stenbolê welatiyê Kirgizîstanê ye û di 20ê meha mijdarê de bi rêya firokê hatiye Tirkiyeyê. Navê wî Iakhe Mashrapov e. 28 salî ye. Lê heta niha ew nehatiye girtin.