NY: Em bo Astanayê nehatine vexwandin

Netewên Yekbûyî ragihand, heta niha ew ji bo danûstandinên Astana ya di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de nehatine vexwendin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekbûyî ragihand, heta niha ew ji bo danûstandinên Astana ya di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de nehatine vexwendin.

Berdevkê bi navê Sekreterê NY, Stephane Dujarric ragihand, ew li civînên Astana amade nabin, ji ber ku heta niha ti vexwendinên fermî ji wan re neçûne. Dujarric amaje bi wê yekê jî kir, ku ew nizanin kîjan alî vexwandnameyan dişînin jî.

Berî niha nûnerê Rûsyê li Encûmena Asayişa Navdewletî de raghandibû, ku NY bi fermî ji bo danûstandinên Astana hetiye vexwandin, lê gûmana wan li ser beşdariya Nûnerê Navdewletî yê ji bo Sûriyê Steffan De Mistura heye.

Biryar e di 23 vê mehê de civînên aştiyê di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê li Astanayê paytexta Kazixistanê bêne lidarxistin, lê heta niha aliyên beşdar bi tevahî  nehatina destnîşankirin.

Duh jî Serkird di Eniya Guhertin û Azadiyê de Qedrî Cemîl ragihandibû, di gera yekem ya civînên Astanê de di navbera aliyên leşkerî de birêve diçe.