Destûra Tirkiyê tê guhartin

Li Tirkiyê destûra ku 35 sal berê, piştî derbeya leşlerî hatibû çêkirin tê guhertin. Destûra ku tê de 177 xal cîh digire bi tenê 18 xalên wê tê guhertin. Xalên nû zêdetir li ser pergala rêvebirinê ye. Lê belê di nav 18 xalan de der barê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de ku wek pirsgirêka herî mezin tê zanîn tu guhertinek ango xaleke nû tune ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê destûra ku 35 sal berê, piştî derbeya leşlerî hatibû çêkirin tê guhertin. Destûra ku tê de 177 xal cîh digire bi tenê 18 xalên wê tê guhertin. Xalên nû zêdetir li ser pergala rêvebirinê ye. Lê belê di nav 18 xalan de der barê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de ku wek pirsgirêka herî mezin tê zanîn tu guhertinek ango xaleke nû tune ye.

Li ser destûra nû ya Tirkiyê guhertineke mezin tê kirin. Xalên ku behsa bingeha siyasî ya dewletê dike tên guhertin. Dema guhertina hinek xalan ku hatine pejirandin li parlamentoyê jî rageşî jî rû dide. Ji bo xalên din hevdîtin hêj berdewam in.Armanca guhertinê cibîcikirina serokomariya partîyî ye, ku wek sîstema nîvserokatî tê behskirin.

Di parlamentoya Tirkiyê de 4 partiyên siyasî hene. Ak Partî û MHP piştevaniya vê guhertina li ser destûrê dikin, CHP û HDP li dijî vê yekê ne. Giştiyê hiqûqnas jî ku wek nêzî opozîsyonê tê zanîn li dijî vê bestekê ne.

Hiqûqnas û Akademîsyen Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu li ser vê guhartinê ji K24ê re axivî û got: “Ev guherîn, di pergala dewletê de dê şkestinên mezin çê bike. Di dema derbasbûna ji dewleta Osmanî bo komariyê jî şkestineke ev qasî mezin pêk nehatibû. Bi vê destûrê hikûmet û kursiyê Serokomariyê tên fesihkirin û herwiha erkên rêvebirin û darêzgerîyê bi temamî û erka qanundanînê jî qismek bi giştî dikevin destê yek kesî.

Li gor hiqûqnasên rexnegir, hemû rayeyên birêvebirinê dikeve destê serokomar û bi vî awayî li Tirkiyê pergala monarşiyê rû dide.

Hiqûqnas û Akademîsyen Prof. Dr. Riza Turmen jî got: “Guherandina qanûna bingehîn, Tirkiyê bi tevayî ji demokrasiyê dûr dixe. Heke hemû erkên dewletê di yek destî de kom bibin navê vê yan monarşiyeke tekez yan jî dîktatorî ye. Ev qanûn jî hemû erkan di yek destî de kom dikin. Civata Tirkiyê li demokrasiyê digere. Di nav civata Tirkiyê de wek etnîsîte û olî gelek komên cuda hene. Pêwîst e ev destûra nû xîzmeta aştîya cîvatê û li gor daxwaza civatê were çêkirin. Di vê çarçoveyê de guhertin bê kirin lê ev destûra nû ji vê yekê dûr e.”

Li Tirkiyê destûra heyî ev 35 sal in di rewacê de ye û daxwaza guhertinê her tim hatiye kirin. Bi taybetî jî hinek xal hene ku çareserkirina pirsgirêka Kurd zehmetir dike. Lê belê di nav 18 xalan de ku niha tên guhertin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tu pêşniyaz û guhertinekê cîh nagire.