Edhem Barzanî: Hin alî hewl didin aloziyan çê bikin

Serokê Encûmena Serkirdeyatiya PDKê li Silêmaniye û Helebçeyê ragihand, aliyeke siyasî li Silêmaniyê amadekariyên bo derxistina aloziyan li pêş encûmena wan kiribû.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Serkirdeyatiya PDKê li Silêmaniye û Helebçeyê ragihand, aliyeke siyasî li Silêmaniyê amadekariyên bo derxistina aloziyan li pêş encûmena wan kiribû.

Duh mamostayên nerazî, xwepêşandanek li pêş Encûmena Serkirdeyatiya Silêmaniye û Helebçê ya PDKê pêkanîn, lê ji aliyê hêzên ewlehiya Silêmaniyê ve, rê ji xwepêşandanan re nehat dayîn bigehin pêş binkeyê. Vê derbarê de Serokê Serkirdeyatiya PDKê li Silêmaniyê û Helebçê ya PDKê Şêx Edhem Barzanî ji K24ê re ragehand: ‘’Li gor zanyariyên me, aliyeke siyasî amadekarî bo wê kiribû, me jî di daxuyaniya xwe de ragehandibû, tiştê ku li Silêmaniyê tê kirin, wek xwepêşandan em danûstandinê li gel nakin, ji ber ne xwepêşandane.’’

Herwaha got: ‘’Armanca xwepêşandanê ew e ku hin babetên xelkê bigehe desthilatê, bi rêya encûmena me ve daxwazên wan xwepêşanderan berê geheştibûn desthilatiyê, êdî dubare hatina pêş encûmenê çi wateyê wê heye?’’

Edhem Barzanî tekez kir, hin aliyan hewldan alozî ava bikin. Ji bo vê jî spasiya hêzên asayîşê kir, ku xala herî dawiyê ya ji xwepêşanderan re diyar kir, xaleke dûrî binkeyê wan bûye.