Rûsya û Tirkiye bi hev re li Babê dan

Wezareta Bergirî ya Rusyayê ragihand, ku firokeyên şerî yên Tirkiyê û Rûsyayê yekem car êrîşeke hevbeş li dijî bingehên DAIŞê li devera Babê pêkanîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Rusyayê ragihand, ku firokeyên şerî yên Tirkiyê û Rûsyayê yekem car êrîşeke hevbeş li dijî bingehên DAIŞê li devera Babê pêkanîn.

General Sergey Rudskov ragihand, ku “di êrîşê de 8 firokeyên Rûsyayê û 8 firokeyên Tirkiyê cîh girtine”.

Firokeyên şerî yên Rûsyayê berî niha jî bingehên DAIŞê li devera Babê bombebaran kiribûn, lê yekem car e ku êrîşek hevbeş tê pekanîn.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin, lê pêşketinên wê rawestiyane. Niha bi piştgiriya Rûsya Tirkiye hêvî dike, ku pêşketinan di operasyona xwe de encam bide.