Tirkiyê rojnamevanê NYT vegerand

Tirkiyê, rojnamevanekî “Newyork Times” li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê nehêşt ku derbasî Tirkiyê bibe û bi şûn ve vegerand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê, rojnamevanekî “Newyork Times” li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê nehêşt ku derbasî Tirkiyê bibe û bi şûn ve vegerand.    

Peyamnêrê rojnameya “Newyork Times” Rod Nordland, bi egera ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ew wekî kesê nayê xwestin diyar kiriye, di firokxaneya Ataturk ya Stenbolê hate rawestandin. Ketina wî ya Tirkiyê hate qedexekirin û bi yekem firokeya ber bi Londonê ve paşve hate vegerandin.

Rojnameya Newyork Times li ser vê yekê, rexneyên tund li Tirkiyê girt. Birêvebirê Giştî yê rojnameyê Dean Baquet ev bûyer wekî kiryarek dijî rojnamevaniya azad binav kir. Herweha daxwaz kir, ku Tirkiye dest ji van kiryarên xwe hemberî azadiya medyayî berde.