Esed: Bi hêvî ne civîna Astanayê bi encam be

Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, mijarên agirbestî û derbaskirina alîkariyên mirovî werin gotûbêjkirin, ew bi hêvî ne ku danûstandin jî bi encam bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, mijarên agirbestî û derbaskirina alîkariyên mirovî werin gotûbêjkirin, ew bi hêvî ne ku danûstandin jî bi encam bin.

Beşar esed ji kenaleke Jabonî re ragihand, ew bi hêvî ye danûstandinên Astanayê bibe bingehek ji danûstandinan re di navbera tevahiya pêkhateyên di Sûriyê de. Esed got jî, di civînan de berî her tiştî wê pirsa agirbestê û rêdana derbaskirina alîkariyên mirovî werin gotûbêjkirin.

Herweha Esed got jî, ne diyar e eger dê ti danûstandinên siyasî werin kirin, ji ber ku hîn ne diyar e wê kî di civînan de beşdar bibe. Lê Esed amaje bi wê yekê kir, beşdariya komên terorsit di civînên Astanayê de, tê wê wateyê ku ew dest ji çekên xwe berdidin û lêborînê ji rêjîmê dixwazin.

Biryar e di 23 ve mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin. Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamê Desteya Danûstandinan Ebdilhekîm Beşar bo civîna Astanayê bi fermî hatine vexwandin.