Emel Mathlouthî: Strana Ehmedo gelekî bi bandor bû

Emel Mathloutî ya li Erdnigariya Ereban navdar ya ku di mûsîka xwe de rîtmên Efrîkaya Rojhilat û newayên Elektronîk bi hevahengeke serkeftî bikartîne, li Stenbolê derket pêşberî guhdarên xwe.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Emel Mathloutî ya li Erdnigariya Ereban navdar ya ku di mûsîka xwe de rîtmên Efrîkaya Rojhilat û newayên Elektronîk bi hevahengeke serkeftî bikartîne, li Stenbolê derket pêşberî guhdarên xwe.

Mathloutî di gel vîrtûozê klarnetê Serkan Çagriyê li cîhanê navdar konserteke newaze pêşkêşkir. Mathlouthî bi newa û stranên xwe yên ji hevdû xweşiktir dilê guhdarên xwe şad kir. 

Emel Mathloutî ji K24ê re axivî û got: "Ji nav dewletên ku ez lê konsertê didim herî zêde ji Tirkiyê eleqeyê dibînim. Min par li Tirkiyê 2 konser dan. Guhdarên min yên Tirkiyê ji bo mûzîkamin gelekî bi şad û bi coş in."

Hunermenda navdar ji ber qedexeyê ev bi salên dirêje nikare biçe welatê xwe Tûnisê û ji ber vê yekê jî ew diltenge û gelekî bêriya welatê xwe dike.

Emel Mathlouthi li ser welatê xwe wiha got: "Ez gelekî bêriya welatê xwe dikim. Ez dixwazim li wir jî konsertan bidim. Ez nikarim biçim welatê xwe lê welatê min her daîm ji bo min cihekî taybet digire."

Stranbêja navdar Maouthloutiya ku ji aliyê heyranên xwe yên Kurd ve jî bi strana Ehmedo tê nasîn da zanîn ku nasîna wê û ya vê stranê jî gelekî serincrakêş e.

Emel Mathlouthi dibêje: "Li ser malpereke înternetê bi tesadufî ez rastî stranên Aynur Dogan hatim. Min dengê wê û stranên wê gelekî eciband. Ji nav stranan strana Ehmedo gelekî taybet û bi bandor bû."

Mathlouthî got; wê, demeke dirêj wekî xeyal li ser strîna vê stranê fikirye û dema fêrbûnê de jî gelekî zehmetî kişandiye.