Li Stenbolê êrîşeke çekdarî
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Stenbolê navçeya Esenyurtê kesekî bi çekan êrîşê polîsan kir.
Îro danê sibê li bajarê Stenbolê navçeya Esenyurtê kesekî çekdar û nasnameya wî nediyar êrîşê polîsan kir û piştre di navbera wî û polîsan de pevçûn derket.
Piştî pevçûnê êrîşkar çekê xwe û bombeyekî destê û çenteyek li cihê bûyerê hişt û reviya.
Di encama bûyerê ti kes nemir û birîndar nebû. Lê polîsan ji bo girtina êrîşkar dest bi operasyonê kirin û pisporên bombeyê li cihê bûyerê hatin vegûhestin.
Duh şev jî li dijî avahiya AK-Partiyê bi çekan êrîş pêk hatibû.