PKKê hêzeke din ya taybet li Şingalê damezrand

PKKê hêzeke Taybet Li Şengalê bi navê (Hêzên Taybet yên Êzdîxanê) damezrand û bi dehan şervan jî beşdarî xula yekem ya perwerdeya wê hêzê bûne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

PKKê hêzeke Taybet Li Şengalê bi navê (Hêzên Taybet yên Êzdîxanê) damezrand û bi dehan şervan jî beşdarî xula yekem ya perwerdeya wê hêzê bûne.

Malpereke nêzîkî PKKê belav kir, Li Şengalê perwerdeyên hêzên parastina Şengalê bi hemû leza xwe berdewam dike. Li piştî avakirina YBŞ-YJŞ’ê û Hêzên Asayîşa Şengalê, Hêzên Taybet yên Êzdîxanê jî ava bûbû. Li Şengalê ev dewreya perwerdê ya Sêyemîn a Hêzên Taybet yên Êzdîxanê ye ku vedibe.

Malperê amaje bi wê yekê jî kir, Hêzen Taybet yên Êzdîxanê, li Akademiya Êzdîxanê li ser çiyayê Şingalê hatiye perwerdekirin. Herwiha malperê daye zanîn ku, hejmarek ji serkirde û berpirsên karîger li ser çiyayê Şingalê amadehiya wê xuleyê kirine.

Li gor wêneyan ku hatine belavkirin, logoya YPŞ û logoya Yekîneyên Taybet yên Êzdîxanê û wêneya Rêberê PKKê Abdulah Ocalan li cil û bergên çekdaran ve ne û ser rûyên wan nixumandî ne.

Wê malperê ti hûrgiliyên din derbarê erk û karê vê hêzê de belav nekirine. Herwiha çi mebest ji avakirina wê hêzê heye û ji aliyê kê ve çek, mûçe û hevkarî jê re tên jî, nekiriye.

Avakirina vê hêza taybet û hêzên din ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di bin navên cuda de li çiyayê Şingalê, di demekê de ye, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîka çendîn car e daxwaz ji PKKê kirine, ku ji Şingalê vekişe.