4 parlementên din yên HDPê hatin binçavkirin

Di 24 demjimêrên dawî de 4 Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Ahmet Yildirim û Mehmet Emîn Adiyaman hatin binçavkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Di 24 demjimêrên dawî de 4 Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Ahmet Yildirim û Mehmet Emîn Adiyaman hatin binçavkirin.

Parlementerên HDPê yên wekî Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Ahmet Yildirim û Mehmet Emîn Adiyaman îro hatin binçavkirin. Osman Baydemîr û Ahmet Yildirim ji bo doza KCKê dema çûbûn Dadgeha Diyarbekirê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Herwiha,  duh Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê Taşçier de bi hinceta Dewleta Komara Tirkiyê piçûk xistiye û li hemberî Serokomar Erdogan gotinên xirab bikaraniye biryara girtinê dabû. Taşçier îro dema ji mala xwe derdiket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Lê piştre hate berdan.

Dîsa îro danê sibê jî Parlementerê HDPê ya Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman li mala xwe ya bajarê Stenbolê hatibû binçavkirin.

Ji 4ê Cotmeha 2016an ve heta niha di encama operasyonên li dijî parlementerên HDPyê de 11 parlementer girtî ne.