Trump navçeyên aram li Sûriyê ava dike

Serokê Amerîka Donald Trump di hevdîtinekê de ligel kenala “ABC” a Amerîkî ragihand ku, ewê navçene aram li Sûriyê ava bike, ji bo wan kesên ku ji tundûtûjiyê reviyan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump di hevdîtinekê de ligel kenala “ABC” a Amerîkî  ragihand ku ewê navçene aram li Sûriyê ava bike, ji bo wan kesên ku ji tundûtûjiyê reviyan e.

Trump got jî, ew di wê baweriyê de ye ku Ewropa şaş bû dema hêşt bi milyonan kes derbasî Almaniya û hin welatên din yên Ewropayê bibin.

Li gor projebiryara ku hatiye belavkirin, Serokê Amerîkayê, daxwaz ji wezareta bergîriyê û derve ya welatê xwe kir, ku planeke di dema 90 rojî de danin, ji bo avakirina navçeyên aram li Sûriyê û welatên cîran. Bêyî ku ti zanyariyên din derbarê cihê wan navçeyan diyar bike, yan di bin çavdêriya kê de be.

Ev yek di demekê de tê, ku serokê berê yê Amerîka Barak Obama avakirina navçeyên aram li Sûriyê red kiribû. Avakirina navçeyên aram li Sûriyê jî tê wateya ku Amerîka bi hêzeke zêdetir destêwerdanê di krîza Sûriyê de bike.

Herwiha Trump di çarçova hilmeta hilbijartina xwe de jî daxwaz kiribû, navçeyên aram ji koçber û penaberan re bê avakirin.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Pentagonê got ku, heta niha wan çi ferman ji Koşka Spî wernegirtine derbarê avakirina deverên aram li Sûriyê.