Li Îdirê bikaranîna komira bêqalîte gelek qirêj bûye

Derdora bajarê Îdirê bi çiyayan ve dorpêç kiriye û ji ber vê jî ew wek 'Çukurovaya' Serhedê tê binav kirin. Li vî bajarê Kurdistanê bi hatina zivistanê re hewa bi sedema bikaranîna komira bêqalîte gelek qirêj bûye û şênî ji ber vê dûyê jehrî bi fikar in.
kurdistan24.net

 

K24 – Îdir

Derdora bajarê Îdirê bi çiyayan ve dorpêç kiriye û ji ber vê jî ew wek 'Çukurovaya' Serhedê tê binav kirin. Li vî bajarê Kurdistanê bi hatina zivistanê re hewa bi sedema bikaranîna komira bêqalîte gelek qirêj bûye û şênî ji ber vê dûyê jehrî bi fikar in.

Li Îdirê ji ber hewaya sar vê demê bikaranîna komirê di asteke jor de ye. Îdir, ji ber ku di newalê de ye li ser asîmanên wê bi taybetî jî ber danê êvarê dûyên reş û qîr bilind dibin. Avahî komirên nebaş bi kar tînin û ew komir jî dibe sedema nexweşiyan.Li navendêjiyana rojane ji ber bêhna pîs û qirêjpir dijwar bûye û ber êvarîû serê sibehê çav çavan nabîne. Welatî jî êdî li dijî vê kêşeya xeterbêzar bûne. Wek gelek deverên din li Îdirê jî komxenîbûn zêde dibe û ji peydabûna hewaya nebaş de para wan jî heye. Digel vê yekê balder nebûn jî dibe sedema vê qirêjiyê.

Welatî bi navê Yusuf Tolun dibêje: "Îsal zahf ferq dike hewa sar e ji ber vê jî millet pir komirê vêdixe. Ji hewaya komirê jî nexweşî çêdibin. Astim, bronşît, bêhnmayîn evan hemû pê vê çêdibin. Ez dema ku dikuxim balxama wek qetranê tê û hewake pir qirêj e."

Bajar hêj derbasî gaza siruştî nebûye û pispor welatiyan ji bo bergiriyan hişyar dikin. Dûyê komirê rê li ber nexweşiyên wek şerpençeya pişikê û xitimandina damaran vedike û herwiha ji bilî mirovan ji bo hawîrdorê xeter e.Li gorî Cigîrê Hevşaredarê Îdirê Mehmet Şah çend riyên çareseriyê hene, lê belê  ji bo vê jî hevkariyek bi hêz pêwîst e.

Cîgirê Hevşaredarê Îdirê Mehmet Şah ji K24ê re wiha got: "Mirov dikare li ser tepeyên Îdirê yê herî nêzîk vantîlatorên mezin bi teknîkî deyne. Li ser navenda Îdirê hewayeke ku ceyran bike û wê qirêjiyê der bike çareyek e. Lê ev sedansedî nabe çare tenê wê hewaya qirêj kêm bike. Wê bêhtir divê li hemû derî gaza siruştî bê kişandin. Lê pêwîst e hemû pêkhateyên Îdirê bi hevra destê xwe bidin hev."

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê hema hema hemû bajarên Tirkiyeyê di warê hewaya pîs û jehrî de kêşeyeke bêhempa heye. Di heman raportê de hatiye destnîşankirin ku li  6 bajaran asta qirêjiyê 4-5 qatan zêde bûye. Yek ji wan bajaran jî bajarê Îdirê ye.